kurdîne řaste ême beşerîn

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  682 views
kurdîne řaste ême beşerîn
berokman negirin ême laşeřîn
bełê ke ême xełqî ’êraqîn
gişt biray yekîn, yek îttîfaqîn
gişt kes têkoşî bo wiłatî xoy
çî çak bê bika bo necatî xoy
dwakewtû mebin kurdîne wek merd
wirya bibnewe, bo řojî neberd
des lenaw des nên piştî yek bigirin
tefreqe mebin ba bijîn, nemirin
yeqîntan lê bê merg be yekcarî
gelê xoştire, le xizmet karî
wiłatman ewsa cêgey şahan bû
cêgey dardesî saḧêb cahan bû
gelê car ḧukmî şerq û ẍerbî kird
şahan sucdeyan bo ’erşî ebird
«beheşt» ke be pêy nesî qur’anî
bo xwa û řesûle û ehlî îmanî
keçî nezanan be nezanane
lelayan waye her bo xoyane
tênagen kurdîş ke musłimanin
be kelamî ḧeq saḧêb îmanin
beşdarin hemû lew ḧukme cwane
wek nezan nałên her bo xoyane
herkesê kes bê emaney bese
eger řizgarî kurdî mebese