le qapît ’asî westawe le tirsan cergî piř xwêne

pařanewe le xway te’ala bo şîfay çawekanim çunke gelê bêhêz bûn
From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  747 views
le qapît ’asî westawe le tirsan cergî piř xwêne
dezanî çî dewê yareb diłî ew pîre meşkêne
dełê min bêkesim bêkes ’îlacî bêkesan her toy
xudaya merḧemet fermû be řeḧmet îşî pêk bêne
ke xot fermûte dawa ken le qapî baregay řeḧmet
le ḧiqqî fexrî îns û can celay çawim mefewtêne
xudaya çawî ye’qûbit be yek parçe kiras ça kird
wesîley min ke qur’ane îlahî lêmî mestêne
şîfa bexşî ḧeqîqî toy şîfay herdûkî bo bêne
su’alit lê dekem yareb be ḧeqqî ḧurmetî qur’an
deway qudret be nawçawma be qetre fermû biřjêne
heta mawim be herdû çaw temaşay xettî qur’an kem
xuda qur’an tebîbim bê etoş te’sîr .......Missing
gelêkim ḧez le řûnakye xuda tarîk nekey çawim
piřîşkî nûrî tewḧîdit beser diłma bipřijêne
řezîlîşim nekey yareb be hîç new’ê heta mawim
dił û cîsim û hemû qelbim bebêhêzî meřencêne
be ḧeqqî fexrî ’alem key qibûłî key du’a û nûzem
be saẍî dîn û dinyama nîhayey ’umrekem bêne
le sûrey nûre fermûte ke nûrî erz û asmanî
beden şayanî mîşkat bê diłîş şûşêkî xawêne
le tom dawaye yarebbî çi kem nabê le nûrî to
be zeřřêkî le ew nûre giłopî dił bi’aysîne
le qebra belkû řûnak bê be quwey kehrebay qudret
xuda dûbare wa deyłêm diłî dem pîre meşkêne
leber xatrî dû îsmî xot semî’ û hem besîr yareb
ne gwêm keř ke xudawenda ne çawîşim bifewtêne
le diłma nûrî îmanim bibête kewkebî duřřî
sefa qelbî dewê ‍’asîPen name بەێنەی berqî awêne