bo ḧifley ḧacî qadir

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  656 views
şewî ḧefleke, le paş xwêndinewey witar û hełbestekem, ke çawim be řêk û pêkî ḧefleke kewt û zor be tertîb řazayewe û zyad le meqsûd cwantir hate berçawim kewtime fîkirî ewey ke giftugoyekî tir legeł ḧacî qadir bikem û ewhełbeste wekû nûsrawe be diłma hat û çoy kird heta sibeynê nûsîmewe
serbiłnid ke ḧacî qadir seyrî cêy ḧiflet bike
buwe nimûney baẍî cennet fermû toş ’uşret bike
to le estenbul ke mirdûy lêre zîndû bûyewe
aferînî ehlî koyey bawefa û mirwet bike
wa lepênaw şuhretî to hatne meyday sexa
řesmî îxlasî be cê hat şukirî çend nî’met bike
bo sirûr û diłnewazî dem be xende řûke gel
merḧebay mîwanekan û hawbeşî mîhnet bike
seyrî em gułzare nakey bo eto řazayewe
lawekanman bûne ẍîlman meylî yek şerbet bike
bêre saḧey ḧeflekey xot ta bibînî ḧurmetit
seyrî şano û mêz û kursî û řesmî piř heybet bike
pîr û cwanman hate seyrî, mame ḧacî heste pê
baş temaşay text û bext û zînet û şewket bike
ḧûr û ẍîlman û qusûre, çaw biłind ke mame gyan
bo şi’ûrî qewmî koye her du’ay ’îzzet bike
zor be dîqqet bo temaşa çaw biłind ke çawekem
dem be xende û pêkenîn be řû le řûy cennet bike
saz û semtûr û muẍennî şî’rî piř me’na û besoz
fermû gwê bigre be qurban řû le řûy mîllet bike
nawî toyan kirde beydaẍ wa le lutkey çyayekan
bay meḧebbet řaydejênê toş du’ay nesret bike
em mekîne yadî toye wa şewî kirdote řoj
fermû ejmarey gilopî karebay nedwet bike
bo tereqqî şarî koye ta felek dewraneka
řû le mîḧrabî du’a û baregay weḧdet bike
zor řicaye kakî kurdî em řewşte têk neçê
kurd be ta dunya demênê xak û dîn xizmet bike
min le xwam dawaye ḧacî lêt bibûrê herçî bû
îddî’ay řutbey şehadet toş be řêy ẍurbet bike
’asîPen name ḧeyrane le wesifit çendî bîłê zyatrî
sed esef kelkî negirtî çaweřêy řeḧmet bike