şa’îr boye şî’ir ełê

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  3590 views
ke wişke xem etwêtewe û
ebê be firmêskêkî geş
ełên barî leş sûk ebê
ey ewaney xemyan zore û
lenawewe xoyan, xoyan exonewe
çawyan firmêsk nanasê
axo quřquşmî ser diłyan
çen giran bê?!
bew hemû xeme sewzewe
eger şa’îr şî’ir nełê
ebê hewr
le werzî şestebarana
da nekat û
beharîş wecaxî kwêr bê û
gułî pê negeşêtewe
bew hemû xeme çiřewe
eger şa’îr şî’ir nełê
ebê çaw bo bînîn û
gwê bo bîstin û
dił bo lêdan û bo jyan nebê
***
bew hemû xem û janewe
eger şa’îr şî’ir nełê
ebê dayk nezok bêt û
minałîş bê henase bê û
lêwî sawaş
bize her nezanê çîye
***
şa’îr boye şî’ir ełê:
wişke xemî bitwêtewe û
bibê be firmêskî şî’ir
bibê be baranî şî’ir
guł û beharanî şî’ir
bibê be çaw
be gwê
be dił
bo bînîn û bo bîstin û
bo çirkew lêdanî şî’ir
***
şa’îr minałîşî nebê
be şî’ir wecaxî řûne
çawî korpe û lêwî saway
ger bişgirî
her bizeye û zerdexene