ke min xêrim nebû qurban le amuşoyî dîwanit

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  767 views
ke min xêrim nebû qurban le amuşoyî dîwanit
xudaḧafîz ewa řoym lebo zîndanî hîcranit
eger çe min le lam xoş bû be dił emma eto qurban
lelat ’ar bû minî bêkes ke carcar bibme mîwanit
eger yadî minit kird to mełê zor bêwefa derçû
wefadarim wefadarim qesem bew mahî tabanit
xetay to qet nebû cana řeqîbî seg sîfet way kird
wekû bulbul ke meḧrûm bim le ẍunçey lêwî xendanit
nexoşêkim gelê bêhoş xerîkî fîkirî dermanim
ke me’îwis bûm le ẍem xwarî witedawî lutfî luqmanit
le destî bextî sergeşte ewa wêł bûm be dunyada
be dił tuxuda du’a fermû lebo bendey perêşanit
netîcey qet nebû bo min ewendey darî sebirim çand
me’alî bûme menfûrî hemû etba’ û xwêşanit
ẍerîb û bêkes û ’aciz û birîndar û dił aware
gelê şukirim emin cana muhacîr bûm le derbanit
beten herçende lêt dûre be dił her ḧazre ’asîPen name
le her cê dabnîşim min minim mediḧ û sena xwanit