ewa dewryan le dił dawe ẍem û ḧesret le her laye

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  779 views
ewa dewryan le dił dawe ẍem û ḧesret le her laye
mîsalî min legeł diłber wekû mecnûn û leylaye
perêşan û piřêşanin dił û cergem be ẍemzey ew
temaşay çawî mestî ken şerabî mergî têdaye
cemal û gencî ḧusnî ew le dił yasaẍe seyrî ken
çilon řeşmarî dû zułfî le gerdinî zîwî ałaye
berew meẍrîb ke westa bûm le nakaw řoj lewê derkewt
ke têfkirîm gułî min bû berew meşrîq ke westaye
ke çawim kewt be dû çawî ẍerîqî beḧrî ḧîret bûm
îlahî em perî zade çilonî bênme ser řaye
supay egrîce û zułfî wekû çîn û fereng hatin
diłyan birdim be yexsirî ke nuxtey xałî danaye
fîday bała û lencet bê dił û řûḧim, gutî ’asîPen name
bike řûḧit be pêşkeşman eger wesiłit le diłdaye