egêřnewe ḧekîmêk kuřêkî hebû eywîst...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  592 views

egêřnewe:

ḧekîmêk kuřêkî hebû eywîst fêrî ḧekîmî bika, ewît řołe ke çûyte ser nexoşêk le pêşa le ḧewşekeda ke çûyte jûrewe çawêk bigêře bizane çî kewtuwe, biłê lewey xwarduwe boye nexoş kewtuwe bizane eger twêkłe hêlke kewtibû biłê eme hêlkey zorî xwarduwe û sikî tund kirduwe, eger peřî mirîşk kewtibû biłê eme goştî mirîşkî şermendî xwarduwe û sarî kirduwe, egerm mast û do û şite řijabû biłê eme mastî xwarduwe û sarî kirduwe, herwa bew core hemû şit. kuře be pêy amojgaryekey bawkî eçû beřêwe û leser her nexoşêk şitêkî bo edozyewe û eykird be behaney nexoşyekey.

řojêk çuwe ser nexoşêk herçende çawî gêřa le ḧewşe û duruberya hîçî berçaw nekewt bîka be behane, tenya ewî lew naweda kewtibû kurtane kerêk bû. çû jûrewe hendê seyrî nexoşekey kird û witî: eme boye nexoş kewtuwe çunke goştî kerî zor xwarduwe. xełkeke em şiteyan belawe zor seyr bû, etwanim biłêm heytiřeyan lê kird û be ser û gwêlak şikawî gêřayanewe dwawe. ke hatewe bawkî çawî bew karesate kewt witî: eme çîye? witî: babe leser amojgarîyekey to ke çûm çawim gêřa hîçim berçaw nekewt, kurtane kerêk le ḧewşekeda bû, witim em nexoşe goştî kerî xwarduwe, waw wayan lê kirdim. bawkî witî: xwa bitgirê řołe bo xot û eqiłit, min ke amojgarîm kirdî awam kirdî!