le dastanî kurdewarîye, ełê carêk padşay...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  713 views

le dastanî kurdewarîye, ełê:

carêk padşay şarêk mird û yekêkî tir be bê qise hat nîşte şwênekey û xoy kird be padşa. her şitêkî kird -le çake ya xirape- kirdî û dirêẍî nekird. padşakey pêşû wezîrêkî zorî hebû, yeke yeke bangî kirdine lay xoy û em pirsyarey lê kirdin ke; aya min xwa hênawmî ya xom hatûm? ew kesey ke eyut xwa hênawtî, eyda le milî eypeřand. ew keseş ke eyut xot hatûy û be azayetî xot bûyt be padşa, eyda le milî ewîş, ewîşî her ekuşt. eme bû be bełayekî gewre beser wiłatekewe, her kes her şitêkî ewt le kuştin bew lawe hîçî tirî dest ne’ekewt. emca sere hate ser xełkî tir, encamî ewanîş wekû encamî wezîrekan bû. pyawêkî pîr mabû sere hate ser ew. pyawe her serey geyşte ser be carê henasey lê biřa. çunke eyzanî beşî ewîş wekû beşî ewanî tire. kuřêkî minałkarî hebû, kuře witî bawe min binêre cwabî edemewe. bawkeke witî řołe em hemû ’aleme neyantiwanîwe cwabî bidenewe êsta to çon cwabit pê edrêtewe? cwabekey toyş her cwabî ewane û encamîşt wekû encamî ewane. newełła ke encam her kuştine ba her xom biçim. ew diłem nîye ke to le berçawmewe ser bibiřn. kuře witî her ebê bimnêrît ya cwab edemewe yan minîş wekû ew ’aleme. be her cor bû bawkî řazî kird. bawik witî başe biřo.

kuře hesta çû bo baregay padşa, ḧuştirêk û biznêkî legeł xoy bird. le berbaregay padşada bestinyewe û xeberyan nard bo padşa ke yekêk hatuwe bo wełamdanewe. padşa witî ba bête jûrewe. kuře çuwe jûrewe. padşa minałêkî berçaw kewt. witî ewe kesêkî le to gewretir nebû bêt? kuře witî bełê heye, kuř hate derewe. hewsarî ḧuştirî girt û birdye jûrewe. padşa zorî be lawe seyr bû. witî kuřim yekêk ke řîşêkî hebêt û dinyay dîbêt. kuře dîsan hate derewe řîşî biznekey girt û birdye jûrewe. kuře witî padşahim řîşdarit ewê eme řîş, çawit lêye çi řîşêkî heye. padşa ewendey tir lêy be řiqa çû. le diłî xoya witî bo êste bîkujim, pirsyarekey lê ekem, cwab nadatewe, ew wexte eykujim. witî başe řołe, başe. kuře witî padşahim pirsyarit bike. padşa witî; min xwa hênawmî ya xom hatûm? kuře witî:

padşahim ne xwa hênawtî: ne xoyşit hatûyt. padşa witî ey kê minî hênawe? kuře witî kirdewey ême. eger ême baş bûynaye to baş ebûyt. padşa wełamî kuřekey zor be dił bû, kuřey girt maçî kirdewe, nardî bawkyan hêna û kirdî be wezîrî xoy, ew zułim û sitemeş ke heybû hemûy labird. ’alem hemû kewtine xoşyewe. paş beynêk be kuřekey wit çawit lêye ke çend çak bûm? kuře witî padşahim ewe ême çak bûyn boye toyş çak bûyt. padşa ewndey tir qisekey pê xoş bû.