le dastanî kurdîye ełê carêk kabrayekî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  592 views

le dastanî kurdîye ełê:

carêk kabrayekî babî çuwe lay melayek witî êwe her ełên îşekanî xwa cêgay řexne nîye û kes natwanê řexne le karî bigrê. min sê řexnem le îşî xwa girtuwe, bizanim to eyselmênî yan na? mela witî fermû byanłê.

kabra witî:

xwa şeytan be agirî ceḧenem etirsênê, le katêka ke xwa şeytanî le agir dirust kirduwe, yekêk le şitêk dirust kirabê çon lew şite etirsê?

duwem belay êwey îslamekanewe waye ke xêr û şeř hemûy le xwaweye, herçî xwa neykird nabê, keçî eger yekê îşêkî nabecê legeł yekêka bika, tołe lew kese ekenewe û ew be gunaḧbar da’enên.

sêyem ełên xwa le hemû şwênêk heye, cêga nîye têyda nebê, yekêk le hemû cêgayek bê, ebê hîç nebê, ebê carêk bibînrê bo ewe qiseke biçête ser, keçî ewetî dinya dinyaye ta êste nebîsrawe yekêk xway çaw pê kewtibêt.

mela witî řaste qisekanit, tozê were pêştirewe ta wełameket bidemewe.

babî çuwe pêşewe, mela neykirde namerdî xiştêkî kał le berdemya bû, xiştî hełgirt û day beser kabrada serî şikand û xwên fîçqey kird, witî ewe wiłamekete.

kabra ke emey dî çû bo lay qazî şikatî kird, qazî nardî melayan hêna û witî to serî em kabrayet şikanduwe? witî bełê. witî bo çî? mela witî em kabraye ełê şeytan le agir dirust kirawe bo çi ebê le agir bitirsê? ke xwa be agir eytirsênê. êmeş le xak dirust kirawîn, bo çi ebê lêy bitirsîn û serman be xak bişkêt?

dûhem ełê ême ełêyn xêr û şeř le dest xwa daye. sereta çarenûs çî bê ebê bête cê, însan desełatî qederî xway nîye. min be îradey xwa serim şikanduwe, hîç desełatêkî minî têda nîye, biçê milî xwa bigrêt û daway tołe lew bikatewe, min çîm.

sêyem ełê ême ełêyn xwa le hemû cêgayek heye, ew ełê eger hebêt ,ebê hîç nebê ebê carêk bibînrê. êste biçê be her cor buwe bełkû xwa bidozêtewe û daway xoy legeł ewa bika. yekê de’wa leser yekêk dirust eka, ebê yekeke dyar bê, de’wa leser kesî nadyar û nebînraw qeyd nakirê. leser qisey xoy min mude’î ew nîm, çî dawe le min?

qazî řû ekate kabray babî ełê emanet wituwe? ełê bełê witûme, bełam bo ewem newtuwe serim bişkênin. qazî ełê bawkim ḧeqit beseryewe nîye biřo. kabra ełê řazî bûm, bełam şerit bê lemewdiwa minîş daykî ew kesane le ker bikêşim ke em core qisane eken û minyan fêrî em bezme kirduwe.