çwar diłopî qetîs maw

bo çwar hunermende biçkole cwanemergekan
From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 3 minutes  640 views
1
minałekan!
ey bałdare bê bałekan
hebû, nebû
řojgarê bû
beharê bû
deşt û derî řazawe bû
gułebaxî geşawe bû
demê awing, demê baran
sewzayî û feřyan ebaran
bedłî seyran û geşta
kurdistanî wek beheşta
her çiro bû
çawî nazî heł ehêna
her gopke bû
her xunçe bû
bizey lêwî beşne bû
xoşîy siruşt pirşingidar bû
her xuřey çem û řûbar bû
karêzu kanî û serçawe
yek be yek teqîwî awe
hajey tavge bo ewe bû
biłê: beharî wa hebû
2
minałekan!
cigergoşe hevałekan
hebû, nebû
beharê bû
le şarê bû
behar her em behare bû
şarekeş her em şare bû
ew şarey le binyatewe
diłgîre be xebatewe
ew şarey le babanewe
şîrîne be zoranewe.
be nebezîn û cergewe
karwanî cwanemegewe
ewey ke pêy řazaweye
baxçey huner û behreye
şarekeman ew şareye
goşî ew dar û bareye
bo serberzîy mirovî kurd
bext eka dirişt û wird
3
minałekan!
ey çolekey bermałekan!
hebû, nebû
şewanê bû
karwanê bû
wîstî beser pişkoy xema
be naw jîlemoy matema
be deryay firmêskî çawa
cergî çen care sûtawa
beser ax û daxî zora
beser term û tateşora
beser bałdarî gîrawa
beser hêlaney şêwawa
beser hemû emaneda
ferhengî em xemaneda
berew asoy berzî huner
řêgay mebest bigrête ber
4
minałekan!
gilêne temen kałekan!
em behare
lem şare biłêsedare
hebû, nebû
karzanê bû
firmanê bû
hebû, nebû
azadê bû
řêbwarê bû
ke her yekey řûbarê bû
le dinyay awazî kurda
hunerî řengîn û wirda
ew karwane behredare
ew řojey derçûn lem şare
bo serkewtin
beřê kewtin
be řêy mitmane û hîwada
řêgay şanazî û xulyada
řêgay hunerî řesenda
pelkezêřînekey fenda
ke çî diz û cerdey mirdin
çiłêsane řêy pê girtin
kame karzanî lê zan bû
kame peyamî firman bû
kê řêbwarî řêy huner bû
kê azadî behrewer bû
wekû gurgêkî çaw birsî
hełî bijardin bo newsî
bedem biruskey mergewe
şebeqyan xiste cergewe
koçêkî ewtoyan noşî
pirseyan be şarê poşî
ta bo kurd û kurdistanî
bibin be qoçî qurbanî
bo peyamî berzî huner
cwanergê bin heta ser
naxî diłî hemû kurdê
bo peykeryan biken becê
ta nemir bin le mirdina
leçawî lexoburdina
hełbijarde bin le mana
hełbijardeş lene mana
boye takû behre zabê
ta minał û huner mabê
dayk korpey le koşa bê
ew çwar awaze win nabê
ew çwar awaze win nabê