şêx se’îdî ḧacî şêx ’elî gêřayewe bo řişte...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  551 views

şêx se’îdî ḧacî şêx ’elî gêřayewe bo řişte witî:

lew sere ’almêkî gewre -ke nawbangî pyaw çakîşî derkirdibû- řêy ekewête eşkewtêk. temaşa eka sê çwar parçe ałtûn le şikłî çwar goşeda danrawe, ewîş le diłî xoya ełê wa çake hełyan bigirim; bo çî be xořayî lêreda bikewn. eyandem be hejarêkî damaw, ew kełkyan lê wer’egrê. hełyan egrêt û dêtewe derewe. le řêgada tûşî kabrayekî pîrî komawe ebê xerîkî kokirdinewey çîlke û çewałe. lêy epirsê erê mame xerîkî çît? ełê qurbanî serit bim! em çîlke û çewałane ko ekemewe eybem bo şar eydem be sê çwar kulêre bo mindałekanim.

’almeke ledłî xoya ełê bexwa leme hejartirim dest nakewê ke ałtûnekanî bidemê. lêy pirsî mame nawit çîye? witî be qurbanit bim! sofî pîrot. emca destî kird be gîrfanya ałtûnekanî derhêna û witî sofî pîrot biço em ałtûnane bifroşe bîde be şitumek bo mindałekanit. sofî pîrot ke temaşay ałtûnekanî kird witî ay be qurbanit bim! eme hî eşkewteke nebê? witî bełê. witî besaqey serit bim! eger le hełgirtinî bûmaye de sał bû hełm girtibû, xom tûşî ew gunaḧe nakem, çîlke û çewałekey xom bebê minet eyfiroşim û eydem be nan bo minałekanim.