le wiłatî erdełan mindałan be tenîşt yekewe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  636 views

le wiłatî erdełan minałan be tenîşt yekewe da’enîşin û qaç řa’ekêşin û bemcore helûr bilûr eken û ełên:

hetoł metoł, segî geřoł, ardekê ardanekê, mêxim kuta mêx hełbezî, tîkey çepim lê nebezî, ben sûr bam da, ’aylemeney xwam da, kasey mas piř le pûş, xwa day hełîlûş.

«hełîlûş» ber her qaçêk kewt eweyan ew qaçey heł’ekêşêt û dîsan le qaçî tenîşt ewewe dest ekenewe be yarî ta hemû qaçekan heł’ekêşrênewe.