kabrayekî feqîroke hebû le zêwye eçête...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  531 views

kabrayekî feqîroke hebû le «zêwye» eçête lay mela simaylî kanîskan, ke melay ewê ebê. ełê mamosta şer’ şermî bo nîye min legeł xêzanekema her wext eçme lay, le wextî îşî şer’îda her ełê de laço kuştimit biço bew lawe, minîş serim lê têk’eçê û nazanim çî ekem, etirsim leber ewe tûşî qetłêk bibim, êste çarim çîye? mela simaylîş ełê bawkim biço bew derdewe bîkuje, xwênî leser min. kabra ełê xwa dewamî ’umirit bida.