’eze şûkê hebû carêk řêy ekewête ew naw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  558 views

’eze şûkê hebû, carêk řêy ekewête ew naw dizeyayetîye eçête małî ḧacî selîm, małî ḧacî saweryan ebêt. ḧacî û ’eze pêkewe da’enîşin, ḧacî jin sawerî lê nabû û çûbû bo kanî jinan bo aw, ’ezeş be pele bû, eyewîst biřwa, ḧacî kuřêkî le mał bû, witî řołe heste loy tê ke û loy çewr ke.

’ezem ’eze bû her hesta lûs û barîk řoyşit. ḧacî selîm witî bo kwê? ’ezeş witî ne em nane exom û ne bişmigên, loy çewr ke me’nay çîye?