řupye le ’êraq bawî hebû dînar hat...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  597 views

řupye le ’êraq bawî hebû, dînar hat beserya. kabrayekî birînpêç hebû le hewlêr, pyawêkî be dîmen û kełeget bû. hemû serşan û berokî xoyşî piř kirdibû le nîşan û cuqqe. le her şwênêk da’enîşt, ew şwêne çaxane we ya çêştixane buwaye, parey danîştuwekan hemûy ew eyda. lem řuwewe ḧemaẍayek bû bo xoy.

ca, lêyan epirsî kakî xom, to em pyawetî û bexşendeyye ekey, manganeket çende wa bem core ekey? ewîş xoy ne’eşkan eyut min û ře’îsî siḧe penca û pênc dînar manganekemane. bemercê manganekey ře’îsî siḧe penca dînar bû, hî ew pênc dînar bû, bełam way be lawe gewreyî bû, ke xoy bixate pał ew.