ḧacî se’îdî mela ḧesenî ’elaf boy gêřamewe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  591 views

ḧacî se’îdî mela ḧesenî ’elaf boy gêřamewe witî:

legeł mela ḧememîne şête le suleymanî biřyarman da ke ḧemûşaẍa biçêt daykî xoy lê mare ka. ḧemûşaẍa êmey hełgirt û çûyne lay mela ḧememîn. pêy wit mela ḧememîn min daykim her çende pîre, bełam cwane, jinêk dênî emewê lêtî mare kem, çunke lam waye şitî şer’î ewê, jinêkîş ke ewey wîst, be şer’ dirust nîye le mała bimênêtewe, toyş xot ezanî eme bo nan nîye, çunke min dewłemendim û nanim zore, bo nan be dest daykimewe danemawim, bełkû -şer’ şermî bo nîye- bo gane.

mela ḧememînîş witî başe, madam şiteke be emrî şer’e minîş serim le berdemyaye. ḧemûşaẍa witî axir wanabê, ebê qewł û qerarêk hebê le beyna. mela ḧememîn witî qewł û qerarî çî? ḧemûşaẍa witî ḧeftey çend car ew îşe şer’ye ebêt? mela ḧememîn witî ḧeftey carêk. ḧemûşaẍa witî: keme, mela ḧememîn witî babe ḧeftey dû car.

mesele leser eme biřayewe û pênc dînar bey’iman le mela ḧememîn wergirt, lewe zyatrî pê nebû. ḧemûşaẍa witî eme nabê, min kefîlim ewê, eger ḧeftey dû car nebû min çî cwabî daykim bidemewe? qerarman da biçîne lay ḧacî biraymaẍay xefaf û ew bibê be kefîl. mela ḧememînîş řazî bû û witî başe. çûyn bo lay ḧacî biraymaẍa û karesatekeman bo gêřayewe, witman ewa hatûyn cenabit bibî be kefîlî mela ḧememîn. ḧacî biraymaẍa witî zor başe, bełam ba mela ḧememîn ewe bizanê ke me’nay kefalet eweye eger ew ew îşey pê nekira min bîkem.

lêreda mela ḧememîn tûře bû û destî kird be cinêwdan be hemûman, witî êwe etanewê be hemûtanewe şerefî min bişkênin û ’erze û namûsim le naw berin. min eme nakem, her xom ebim be kefîlî xom. ḧemûşaẍa witî de sa wełła mela ḧememîn min be bê kefîl şitî wa nakem û natkem be zaway bawkim, biřo xwat legeł.