ewřeḧmanî xame le suleymanî carêk bo nwêjî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  700 views

ewřeḧmanî xame le suleymanî carêk bo nwêjî nîweřo eçête mizgewtî xumxane bo nwêj kirdin. eçête ser awdesteke û dêtederewe û de’bakey egrê be destyewe leber awdestekeda egeřê û ekokê û hercare eysiwê be dîwarekeda. eme be řawêjî ew nwêjkerane ke pîr ebin ełên «astibraw». westa gurûnîş her bo nwêj eçête ewê, ke ebînê ewřeḧman wa eka, pêy ełê kake ewřeḧman dîwareket kun kird, de waz bêne. ewîş ełê: westa gurûn bew sextî û řepye nemawe ke to çawit pê kewtibû.