kabrayek kuřêkî hebû her care amojgarî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  760 views

kabrayek kuřêkî hebû, her care amojgarî ekird û eyut: řołe hemû car pêt ełêm to ebê bo jyanî paşe řojit şitêk be destewe bê bo ewe pêwe bijît. pêt ełêm tenafbazî fêrbibe, hunerî sermequlat, cwênî segewanî fêrbibe. qomeşkenî fêrbibe. çeqeney mela simaylî fêrbibe. lotyetî fêrbibe. çak meymûn hełpeřêne. hemû car emanet pê ełêm hîç be gwêm nakey, eme axir care pêt ełêm, îtir le taqetma nemawe eger be gwêm nekeyt etxeme ber xwêndinî mela, bo ewe bibî be ’alim û zana, bibî be şa’îr û dana, bibî be feylesûfêkî twana, bibî be parçe gewherêkî direxşan le hemû hûnerêka, bełam şêwî şewt nebê bîxoy û kesîş pêt nełê kerit be çend.