derwêş ḧeme ’elî baxanî gêřayewe witî carêk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  770 views

derwêş ḧeme’elî baxanî gêřayewe witî:

carêk řêm kewte zêweyey pîremegrûn, řojî cim’e bû, çûm bo mizgewt bo nwêj. melake destî da be xutbewe.(nawî melakeşî wit, bełam řastî min bîrim nemawe kêy wit) kuřêkî hebû lew kateda hat, destêkî xiste em lay dergake û destekey tirî xiste ew layewe, ewa mizgewtekeş piře le xełk, bangî kird: babe kereke egêyt ya bîbem bo leweř? babîşî hîç xoy têk neda, witî řołe bîbe.