kabrayek lew germyane mirîşkêk ekřê û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  846 views

kabrayek lew germyane mirîşkêk ekřê û eybatewe bo małewe. wext nizîkey řemezan ebê, mirîşkeke eda be jinekey û pêy ełê eme hełgire bo řemezan. kabrayekî qumarbazî řemezan naw, gwêy lê ebê, deng naka ta derfetî bo heł’ekewê, řojêk mêrdî jine le mał nabê, kabra xoy eka be mała û be jine ełê lalem nardimî bo mirîşkeke. jineş ełê bo çî to řemezanît? ełê bełê. jine eçê le kulên mirîşkeke derka, derpêy le pêda nabê, małî ḧełał der’ekewê. kabra le dwawe xoy pêda eda û ebê be zawa. jine mirîşkî bo der’eka û eydatê. kabra be nan û ganewe lê eda eřwa.

êwarê jine mêrdekey dêtewe, pêy ełê řemezanî baweḧîz hat, mirîşkekem daye û řizgarim bû le destî. kabra ełê řemezanî çî? ełê ey to netut mirîşkeke bo řemezane? minîş lêm pirsî to řemezanît? witî a, îtir damê. kabra witî be xwa çakî gawît. ewîş witî tiřḧêw ba min serim le kulanekeda nebuwaye bîtwanyaye bîgamaye.