sałêk le zemanî turkekana dasnî kuştin...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  723 views

sałêk le zemanî turkekana «dasnî» kuştin bawî peyda kirdibû. xełkî zor eçûn. her kes ehatewe serî dasnêkî ekird be ser şîr we ya tifeng ḧiskekeyewe bo ewey bexełkî pîşan bida, ke dasnêkî kuştuwe.

bawkî ’eze kunemasî hebû, ewîş legeł ew ’êlcareda řoyştibû, lew lawe ke hatbûnewe ewîş «pê» yekî kirdibû beser lûley tifengekeya. lêyan pirsî eme kê kuştuyetî? witî min. wityan ey serekeyt bo nehêna? witî ta min firya kewtim û çûme serî, serî pêwe namabû û birdibûyan.