sałêk desteyek polîs eçin bo ew şarezûre...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  743 views

sałêk desteye polîs eçin bo ew şarezûre, le awayî «qedefer» emênnewe. le paş maweyek emryan bo dê ke bigeřênewe bo suleymanî, hemû ko ebnewe temaşa eken yekêkyan keme, ew yekeş ḧeme çawşîn ebê. meke em ḧeme çawşîne ḧezî le afretêkî cwan kirduwe. ke ezanê afreteke le małewe nan eka be byanûy birsyetyewe eçête jûrewe. ew ke caran eybînî afret xoy dapoşîbû şêt bibû boy, êsta em meçeke nerim û şilaneşî hełkirduwe, her betewawî har ebê. eçête pêşewe daway nanî lê eka, afreteş nayewê derî bika, çunke řewştî ladê wanîye yekê derbiken ke daway nan eka, pêy ełê biram fermû nan ewete hełgire. kabra le xoşya xerîke bikewête bał, hêz edate xoy eçête pêşewe nanê heł’egrê, ke yekem parû egrê yekê lê eda. çî bika, her jine egrête xoy û dest ekate maçkirdinî û xêra xêra ełê be qurbanî çawekanit bim lay kes meyłê ba abřûm neçê. jiney besezmanîş be fêłekey nazanê ełê metirse biram metirse lay kes deng nakem, nexêr kabra dest edate nanî dûhem, her be çeşnî yekemcar tiřêkî tir ber edatewe, emcareş pelamarî jine edatewe û ełê bîke be xatrî ewlyayan lay kes deng meke ba abřûm neçê. emcare jine baş le kabra ega, xoy řa’epsikênê û guř edate xoy, taw edate sere bizutêkî qewî û pelamarî eda, zor baş dû serî bizut emałê be ser û gulakya û ełê qeḧbebab nyazit heye be tiř swarîşman bî? yałła dey. kabra bepele der’epeřê, nanekeşî be desteweye, lew wexteda der’epeřê, małeke segî diřyan ebê, sege pelamarî kabra eda, kabra le pele pelî û lew lawe sere bizût û lem lawe seg, pêy heł’engiwêt ekewê. nanî le dest ekewête xwarewe, emîş le ketnekeya ser û gwêy ekewête lay naneke. seg ke çawî be nan ekewê pelamarî nan eda, ke nan heł’egrêtewe kełbey ber gwêy kabra ekewê, nîwey gwê û naneke pêkewe eba. kabra xełtanî xwên ebê. polîsekanî tir û xełk ko ebnewe û ełên eme çîye? afretîş le mał dête derewe ełê em kabraye birsî bû û daway nanî kird, nanim daye û geřayewe dwawe, segêkî diřman heye segeke pelamarî da, kabra bilamanê destî kird be tiř kendin. segeke lay wabû eme demançey pêwe enê, hîç demançeşî dyarnebû. lew wexteda emîş kewt, segeke nîşte milî û way lê kird. jineke witî segekey ême zor bestezmane, bełam kabra tiřekey xoy way lê kird. polîsekan kabrayan hełgirt birdyanewe bo suleymanî, îtir le dway ewe menşûr bû be ḧeme tiřken.