em asmaney ême wa ezanîn çawman lêye û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  609 views

em asamaney ême wa ezanîn çawman lêye û keçî çawîşman lêy nîye, zor seyre. her tenya qiseyekî kurt le estêrekanyewe ekeyn wa ezanîn hezaran estêrey têdaye, keçî wanîye; bełkû tengî be gelê milyon hełçinîwe, eger watzanî kemî kirduwe, hîç lêy řameweste û bîbjêre.

tîşkî řûnakî le her sanyeyekda 186 hezar mayl ebřê û tîşkî mang be sanyeyek ega be êmey řimûznî serzewî, ke erzekey ême be çaw ew estêranewe ełêy xiřnûkeye. hî řoj be heşt deqîqe, wate be 480 sanye. ke wate dûrî řoj le ême 480 ewendey dûrî mange. eger şew û řojêk bîst û çwar se’at, we ya 1440 deqîqe û mangêk 30 řoj û sałêk û 12 mang bê, řûnakî estêrey qutib be 486 sał ega be ême.

estêreyekî tir heye lew sere ême pêy eyjîn «jinetawse». řûnakîyekey be dû milyon sał emangatê. maşełła le îşî xwa! lem asmaneda, we ya biłêyn lem boşayî dwayî nehatuwey asmaneda be milyard estêre heye, ke gelê milyar sałî ewê ta řûnakyekeyan biga be ême. eger biřwa nakey gurîsêk bigre be destewe be tîşkî estêrekeda hełzinê ta egeyte ewser, lew lawe be gurîseke wirde wirde bîpêwe ta egeyte em ser.

lem geřaneta be naw estêrekana tûşî fire şitî seyr seyr ebî. ew wexte dêyte ser ewe ke tenya erz cêgay ademîzad û gyanleber nîye, bełkû le hendê le wana gelê zyatir heye û ewan řişxen be ême eken, «êmey ademîzad» pekû lew ’elametê.