kûrey řoj; kûrey řoj şitêkî xiřî wekû tope...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  677 views

kûrey řoj:

kûrey řoj şitêkî xiřî wekû tope, be naw xoya hemû wekû pizîskey agire. em pizîskane be yeka dên û deçin û eteqênewe. le her deqîqeyeka gelê milyar teqînewe le naw ew kûreyeda dirust ebê, lem pizîskane û le teqînewey em pizîskane ew kûre gewre sûtênere peydabuwe. xor milyonê car le zewî gewretre, sê sed hezar car le erz quristire. em kûreye dirêjyekey lem serewe bo ew ser -wate qutrekey- heştised û şest û pênc hezar mîl dûre. ew estêre here biçûkane ke ême be astem eyanbînîn ewane zor lew kûrey řoje gewretirin.

to ezanî estêrey qutib çend dûre le êmewe? estêrey qutib çwarsed û şest û pênc sał be biřînî tîşkî řoj le êmewe dûre, wate katê ke řûnakî lem estêrewe ser heł’eda be 465 sał ega be ême, be mercêk le her sanyeyekda sed û heşta û şeş hezar mîl bibřê, we biławbûnewe û peresendinî ew estêreye dû hezar û pênc sed car zyatir û behêztire le biławbûnewe û peresendinî řûnakî kûrey řoj.

- kurd be siruşt řengî sûrî xoş ewê, pîremêrd ełê:

min řengî sûrim boye xoş ewê
mijdey şefeqê lê der’ekewê.

bełam le řastîda eme şitêkî siruştîye, kurd xoyşî hestî pê nekirduwe, ewende heye ẍerîzekey wîstûyetî. ew hêze ke hêzî bînîne û le çaw daye, wate ew hêze ke şit ebînê, katê ke řûbeřûy tê eka, ke hemû zeratekey le wênî xoy ekşêtewe, be hemûyanewe řû ekene ew řenge sûre. wekû biłêt řenge sûreke le xoya ko bikatewe, be pêçewaney řengî řeş û řengekanî tir ewan hêzî bînînî çaw teng ekenewe, nayełn ew nûre be tewawî bigate naxî řengeke, ca emeye felsefey ewe ke kurd be ẍerîze řengî sûrî xoş ewê; ew ẍerîzeye emey dozyewe.