le sefer belgekeda řeşbegîr bû zeftye...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  592 views

le sefer belgekeda řeşbigîr bû, zeftye tûşî her kes bibwaye eygirt bergyan leber ekird û eyannard bo cebhey şeř. kabrayekî şarezûrîyan girtibû nardibûyan bo cebhe, le řêgada xoy dizîbuwewe, hełatbû geřabowe. pyan wit bo çî xot dizîwetewe hatûytewe, eme ẍezaye çon piştî tê heł’ekey? witî bira şeřî çî û ẍezay çî, ne min ewan enasim, ne ewanîş min enasin, îtir em dujminayetîye le kwê kewtote beyniman ta min biçim dest bideme yeqeyan? şeřîş be koneqîn ekirê, koneqînîş nîye le beynimana, ke wase ḧukumet ba her bo xoy biçřê.