kabrayek dostêkî hebû bewe xoy ebirde...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  558 views

kabrayek dostêkî hebû, bewe xoy ebirde pêşewe le layewe ke eyut min zor azam û bakim be hîç nîye. řojêk em kabraye le dizîda gîra û xistyane jêr eşkence û darkarî, darî wayan lê eda eger le berazyan bidaye eybûřand, keçî em wirteledengî ne’ehate derewe. le paşa yekê lêy pirsî erê ewe e lêdane jantî ne’ekird? witî berêwełła lewane bû gyanim derbiçêt. witî ey bo çî hawarit ne’ekird? witî agam lê bû dostekem westa bû û seyrî ekird, minîş hemû carê belay ewewe emut azam û bakim be hîç nîye, lew lêdanema hîç hawarim ne’ekird bo ewe ew wa nezanê ke min dirom kirduwe û boy derkewê ke min bakim be hîç nîye.