kabrayek bû pîrotî naw bû xawenî meř û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 4 minutes  916 views

kabrayek bû «pîrot» naw, xawenî meř û małat û samanêkî zor bû, bełam leber pîskeyî xwardinî şew û řojî xoy û mindałanî bûbû be sawer. jinekey her çende epařayewe, ke pyaweke xwa qebûłî nîye xom û mindałekanim wişk hełgeřawîn be sawer xwardin, xwa neybiřê dewłetêkî zorit heye ba hîç nebê ḧefteyek, carêkîş birincêkman derxiward dey, swêman buwewe. pyawe witî daykim sawer, bawkim sawer, afret to eqiłit nîye, sawer awsê, pyaw qełew eka, leser pêşaw zû der’eçê, xwardinî pêẍemberane, qerawaney piřî şwanane, genmî beharey kwêstanane, berdaş xoy leberya nagrê, teşpî laweşî bo egrêtewe, le zistana azûxey małe, le behara xwardinî minałe, le hawîna řengî ałe, le payîza xêrî xwaye, le her çwar wext boman maye, carêkî tir nawî naye, xwa yeke û nebuwe be dû, bo sawere toy da be şû. afretî henase sard hîçî bo nemayewe ewe nebê ke biçête lay melakey dirawsêyan derdedłî xoy û minałekanî le la bika. witî mamosta çibkem? xom minałekanim wexte swêman bêtewe bo çêştêkî birinc, mêrdekeşim ew hemû samaney heye êmey girtûte sawer, le sawer bewlawe nabê şitêkî tir bixoyn, le řêy xuda, bełkû çarêkman bikey û lem řoje řeşe řizgarman bibê. mela zor diłî pê sûta, witî xuşkim biço bełkû çend denke ḧebî sêwî tûrş peyda bikey legeł çend hewdayekî całcałoke pêkewe bîsuwewe û bîde le lûtya îtir wazî lê bêne bo min.

jine çû be her cor bû nawke sêwêkî peyda kird û legeł tałe całcałokeda wekû mela witî, way lê kird. seyrî kird mêrdekey le xoy bûrduwe û bê hoş bû. jine şipirze bû hat bo lay mela, mela witî xemit nebê wazî lê bêne ta şewê.

şewê mela dû feqêy azay hebû, witî legełim werin, her sêkyan çûn kabrayan hełgirt û cilekanyan leber dakend, kifnyan kird û birdyan bo ser qebran çałêkyan bo hełkend û xistyane çałekewe. mela ewî pêwîst bû be feqêkanî wit. kabra zorî pê neçû hatewe hoş, timaşay kird ewa kifnî pêwe pêçrawe le naw qebraye. witî of eme řojeke bû ke lêy etirsam, yekê le feqêkan çuwe lay seryewe

witî: çend xwa heye?

witî: her yek xwa.

- çîye nawit?

- qurban pîrot

- çîye xwardin?

- nanî herzin

- şîwî małit çîye be naw?

- xwa neybiřê sawer be aw

- nabê birinc lewê hebê?

- sawer hebê ew nabê bê

- çî dî nabê bixon êwe?

- witî:sawer babe sawer dake

- sawer hebê birinc nabê

- sawer cêgay gişt pîtake

feqê kutkêkî pya małî û witî: řojî řeşt awa ebê, hatne wêzey be kutek dayangirt. mela ke ew be enkîr û menkîrî ezanî witî: her kes sawer bixiwa, le qebra kutekkarî ekirê û dway qebrîş exrête cehenemewe. herkesîş birinc û şitî xoş bixiwa le qebra be baweşênî řeḧmet baweşên ekirê û le dway qebrîş eçête beheştewe. de bigre bixo bo xot.

hatnewe wêzey destyan kirdewe be kutekkarî kirdinî, ewendeyan lê da ta bê hoş buwewe, emca hełyangirt û hênayanewe bo małekey. kifnekeyan leber dakend, cilekanyan kirdewe berî û lêyan da řoyştin. kabra ke kewte beyanî hatewe hoş xoy û xoy be zînduyî bînî, qebir û enkîr û menkîreke nîye. gelê şukirî xway kird, herçende hemû leşîşî şikabû, bełam her xoy řanegirt, destibecê çû bo bazař, le birinc le řon, le mêwe, le noqił û nebat, le xwardinî xoş û her çî bû le bazařa hemûy kiřî û day be kołî çend ḧimałêka û hatnewe bo małewe. jinekey ke emey çaw pê kewt herwa ḧepesa. qet şitî way nedîbû, witî pyaweke eme çîye? witî afret deng meke, min be çawî xom çawim pê kewt her ke sawer bixiwa ebê legeł ewa kutek bixiwa, dway eweş ebê biçête cehenem, her kesîş xwardinî xoş bixiwa, cêgay xoy û baw û bapîrî beheşte. ta min mawim sawer naye bem małeda. le xwardinî xoş bew lawe hîçî tir naçête ser zimanî em minałanem. carêkî ke tobe le sawer xwardin.