ḧeme’elî mela miḧemed gêřayewe witî le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  838 views

ḧeme’elî mela miḧemed gêřayewe witî: le mizgewtekey «bêjwê» dû qebir heye, ełên hî esḧabane. řojêk kabrayekî «banałê»y eçête bêjwê û le mizgewtekeda le geł yekêkî «bêjwê» yî qise egêřête yek û dest eken be qise û pilargirtin le yek. «banałê»yiyeke be bêjwêyeke ełê êwe her meger xerîkî nûke nûk kirdin bin, bizane qet le şeřêka twanîtan derkewn? bêjwêyyekeş dest bo qebrekan řa’ekêşê û ełê: «ême xerîkî nûke nûkîn? ey ew dû şêre kêye lewê řaykêşawin û şehîdî kirdûn».