mila simaylî kanîskan carêk le zêwêy lay...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  603 views

mila simaylî kanîskan carêk le «zêwe»y lay pîremegrûn we’zî eda, eyut le «biday’ alzihur» da efermiwê: her kes nawî adem û ḧewa binûsê û le mała hełîwasê şeytan řû nakate ew małe. mam simaylêkî zêwyeyî hebû, le we’zekeda bû, serêkî bada û witî mela ewe to be řîşî xot pê ekenî, ya be hî ême? adem û ḧewa le behşitida legeł xwada bistêk beynyan bû, şeytan çû hełîfrîwandin, êsta çon ko le nawekeyan ekatewe? to qiseyek bike ke eqił bîgrê. mela simayl witî bawkim! min biłêm çî «biday’ alzihur» wa efermuwê. ne min pajne hełkêşim û ne toyş miştûy hemane.