dû kabray syan ebin be hawřê û eçin bo...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  648 views

dû kabray «syan» ebin be hawřê û eçin bo hewlêr. le řêgada herwa dest eken be qisekirdin bo ewe řêgake be qise bibiřn. yekêkyan ełê îste lem řêgayeda kûpełeyek lîre edozînewe, beşî ekeyn le beynî xomana. min beşekey xom eçim řanemeřêkî pê ekiřim, pêwe be tewawî eḧesêmewe. ewey keşyan ełê desa min be beşekey xom çend gurgêkî pê peyda ekem bikewne naw mêgeleket byanxon. tułebab kû meř řa’egrî? leser eme ebê be şeřyan û ser û gwîłakî yek enêne yek. lew kateda seyr eken wa pyawêkî řîş sipî le řêgay xoşnawane swarî kerêk buwe ceweneyekî le berdemaye, hat. wityan ba ew pyawe şer’iman bika, bizanîn kamman leser ḧeqîn. ker swaryan řagirt û kêşekey xoyanyan bo gêřayewe. ewîş tûře bû, her destî bird pişkî cewenekey kirdewe doşawî têdabû, doşawî bew naweda hełřişit û witî xuda xînim wekî wî doşawey leser wî ’erdî biřêjê, biran çi heqirtan nîne û şêtin.