kabrayekî ew naw şwane le qingî şêx û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  756 views

kabrayekî ew naw «şwan»e le qingî şêx û mela gewre bûbû, nawî sûřetekanî qur’anî hemû ezanî. şewêk çend barêk xełûzî birdibû bo kerkûk bo firoştin. demew beyan egate kerkûk, be ber mizgewtekey mela nasḧida tê epeřê, la eda bo nwêjkirdin, mela nasiḧ xoy pêş nwêjekey ekird, sûřetî «albiqre»y le nwêjekeda xwênd ta lê buwewewe hetaw kewt û bazařî heřmênî xełûz firoştin nema. paş nwêj le mizgewt derçû be her ḧał û cor bû xełûzey firoşt û hendê îş û karî nawşarî hebû, ta cêbecêy kird řoj direng bû firyanî geranewe nekewt. witî taze nagemewe mał, îmşew le kerkûk emênmewe lew serewe zû heł’estim û eřom. ew şewe mayewe beyanî zû wiłaẍî daye pêş û řoyşit, řêgakey her be ber mizgewtekey mela nasḧida bû. witî ba yekcarî nwêjekeşim bikem. mela nasêḧ em care sûretî «alfîl»y xwênd, kabra ke gwêy le «alfîl» bû nwêjî biřî û kirdî be pêławekanya û boy derpeřî. witî mela bo çî min nazanim «beqer» be me’nay «ga»ye û «fîl» yiş fîle, dwênê sûretî gat xwênd hemû îşêkit le dest derkirdim, îmřo fîl exwênî, fîl de ewendey ga ebê, ta bangî xewtinan nagemewe małewe, gû be řîşî bawik ew kese le pişt sertewe nwêj eka.