her ew gêřayewe witî ewa le qatî here...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  753 views

her ew gêřayewe witî:

ewa le qatî here serewey utêlî tirokadîro le beẍda le bałekonekeda danîştibûyn û seyrî řûbarî dîcle ekeyn, katîş demew êwareye, semedman legełaye. utêlî «lîdo»yiş heye le tenîşt tirokadîroweye, yek dû şêxî ’ereb, ewanîş le bałekonî utêlekey xoyana danîştûn û mêzyan řazandotewe. her dû bałekonekeş zor nizîk û beramber yekin, her wekû ewe waye le yek meclîs danîştibîn wabû, çunke dengî qisekirdinman egeyşte yek. ewendeman zanî semed be dengî berz destî kird be cinêwdan be yekê le ’erebekan. cinêw wekû gełay dar be bê ewe bîşînasê. kabraş hate cwab û witî: kabra to şêtî wa cinêw edeyt? em her le cinêw danî xoy nekewt. witman kuře semed xwa bitgirê bo wa ekey? kabra êsta dêt û etdate berşeq. witî nayet, min seyranêke dirûstî ekem. witman çon? witî ewpeřî eweye ewîş dest bika be cinêwdan be min, çunke êwe wa mezanin ême wa nizîkin û be asanî ega be min, ebê le şwênekey xoy hestê çil penca pê pilîkane bibřê ta eçête xwarewe, emca bête utêlekey ême, çil penca pê pilîkaney tir bibřê ta egate min, kabra taqetî emaney nîye. ewa witman em hemû qałdirmaney biřî û hat, zanîm ke derkewt min xom win ekem, ew ewendey tir tûře ebê, le cinêwdan bewlawe hîçî tirî bo namênêtewe, ba bo xoy her cinêw bida, bełam eşzanim nayet, eger bêtîş ta egate êre sard ebêtewe.