melayek le deştetal hebû her îşêk řûy...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  343 views

melayek le «deştetal» hebû her îşêk řûy eda ew eyut: xwa xiraptir neda! řojêk hatin bo lay wityan: pyawêkyan beser fiłane jinewe girtuwe. witî: xwa xiraptir neda. wityan kuře xiraptirî çî? leme xiraptirîş?! witî: kuře ewe êwe ełên çî? eger nîw sa’et lemew pêştir buwaye pyaweke min ebûm!