kak mes’ûd gêřayewe witî lew menguřayetî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  501 views

kak mes’ûd gêřayewe witî:

lew menguřayetî aẍayek dû xizmetkarî hebû, yekêkyan nexoş kewt û le cêge dabû, aẍa xizmetkarekey tirî legeł xoy bird û çû bo serdanî, destî kird be diłnewayî û dił danewe. xizmetkarekeş witî: qurban etirsim lem nexoşye řast nebmewe bimirim gerdinim azad ke. aẍaş witî: to kuřî çak bûyt û hîç xirapeyekit beranber be min nebuwe ta gerdinit azad kem, îşełła naşmirî û heł’estîtewe. xizmetkarekeş witî: qurban etirsim hełnestimewe her ebê gerdinim azad key, aẍaş witî: axir hîç xirapeyekit nebuwe ta gerdinit azad kem. xizmetkareke witî: řast efermûy hîç xirapeyekim nebuwe, bełam dû car aẍajnim gawe, ebê gerdinim azad key! ke emey wit aẍa zor tuře bû û hesta becê hêşt û hate derewe her qisey ekird û cinêwî eda. xizmetkarekey tir ke le pişt seryewe bû witî: xot ’êciz meke, em kabraye kere wa qise eka. min ta êsta penca carîş aẍajnim gawe û hîç qiseşim nekirduwe!