cemîl aẍay ḧewêzî le koye pyawêkî be nan û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  467 views

cemîl aẍay ḧewêzî le koye pyawêkî be nan û xwan û dîwexangêr bû. hêşta em paketumakete danehatbû, baw her bawî cigerey qamîş bû, cemîl aẍaş dû core cigerey le baxeła bû, corêkî tutnî pêşeme bû, ewe her bo xoy bû, corekey tirî tutnî koye bû.

ke mîwanêke ehat destî ebird le tutnekey koye cigerekî edaye û le pêşemekeş cigereyekî bo xoy der ehêna, xełkîş wayan ezanî her dû tutneke her yeke, bełam le axra hestyan pê kirdibû ke eme wanîye! řojêk le dîwexan da’enîşin û leser ’adetî caran cigere derênê bo mîwan û cigereyekîş le pêşemeke bo xoy derdênê, qutuwe cigerekey xoy kewtibuwe ser goy memkî, lew kateda ke eynêtewe be yeka, ber memkî ekewê zor ’ezêtî eda, le tawana nawçaw dênêtewe yek! hemzey xoman lewê ebê hestî pêy eka ke çi base ełê:

aẍa! cigereyekman biderê wim xot bew derde mebe, cigereyek ewey nawê ke pyaw xerîkî ew firtufêłe bêt boy û memkî xoy boy birîndar bika! cemîl aẍaş ełê: hemz mirdût mirê carê wextî ew qisane nîye. hemzeş ełê: axir nałêm!