kabrayekî terxanî lew kwêstane xwê yan...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  463 views

kabrayekî terxanî lew kwêstane «xwê» yan nemabû, «ga» şyan le małewe nebû, kerêkî daye pêş xoy çû bo xwêłên. gwêdrêjî bar kird û lew lawe geřayewe, şewî be sera hat kirdî be baran, xwêke hemû twayewe, kabra baran serî lê têk da, gurg hat kerekeşî xward, paşan kirdî be biruske! ca kabra eyut:

ey gut lê newarê! baraneke xwêkemî twandewe, kerekem gurg xwardî, êsta xerîke çira heł’ekey û êjî xoyştim gereke! erê bira bo waz nayêrî, hîç we bizanî bawkitim kuştige.