heta seretay em sedey bîsteme û bełkû ta...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  477 views

heta seretay em sedey bîsteme û bełkû ta cengî yekemî cîhanî, sine yekê bû le şare benawbangekanî kurdistan ke be pîşesazî destî goy hunerî birdibowe, hunermendekanî ewê ehatin le darî gwêz qutuwe cegere, sînî û qełemdan û kaseyan dirust ekird, be nexşunîgarî nayanb eyanřazandewe? zyatir hunermendyeke le boyekarîyekeya bû, ew řeng û boyeye be corê ekira ke çûnewey nebû, em ewzarane ke ew hunermendane eyankird ebuwaye wiłatanî derewe û ewrûpa ’entîkesênekan bîkiřn, pyawanî dewłemendî hogrî ’entîke be pareyekî zore weryan egirt nek bo bekarhênan, bełkû bo ewey ke lenaw camxane û leser mêzî dîwexan daybinên bo seyrkirdin û temaşakirdinî mîwan û hatuçokeran.