ḧacî mela sałḧêkî hewlêrî hebû pyawêkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  369 views

ḧacî mela sałḧêkî hewlêrî hebû pyawêkî dewłemend û bedesełat bû.

řojêk le kołanêka řupyeyekî lê win ebê, zor boy egeřê naydozêtewe. ḧewt heşt mindał ko ekatewe, pêyan ełê bigeřên bo ew řupîye, herkes dîtêwe dû řupyey edemê! mindałan egeřên, yekêkyan eybînêtewe eydatewe be ḧacî mela sałeḧ, ewîş lêy wer egrê û eyxatewe baxełî, dest eba dû řupye eda be mindałeke û lêk cya ebnewe, lêyan pirsî ḧacî mela to eme çî bû kirdit, dû řupyet da be řupyeyek?! witî: min mebestim řupyeyek nebû, bełam ta min mawim her car bigeyştimaye ew şwêne be diłma ehat ke min řupyeyekim lem şwêneda win kirduwe, çawêkim bo egêřa! êsta xomim lewe řizgar kird.