ẍefûrî ḧacî se’î nanewa le suleymanî nardî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  493 views

ẍefûrî ḧacî se’î nanewa le suleymanî nardî bo řişte, ke lem wiłatî kurdewarye gelê pyawî be nan û xwan û bexşinde hebuwe. witî:

bawkim boy gêřamewe, ewîş le dem bawkî xoyewe gêřawyetewe, witî: bewpeřî małekey xomanewe ew dałane ebînî, ewe małî biraym paşaye, ke be «biraymî xwîle» benawbange. em biryam paşaye nawî bedłinermî derkirdibû, zor aqił û leserxo bû, azarî be kes ne’egeyand, her hejare û lêqewmawêk biçwayete małekey diłî ne’eşkand û be diłî xoy řazîy ekird. řojê biraym paşa le mał hate derewe berewjûy bowe çend xizmetkar û destupeywendêkî legeła bû, tûşî dû kwêr bû, ewan çawyan nebû, leber xoyanewe qiseyan ekird. yekêkyan witî: em kafre kakeyîye to biłêy şitêkman bidatê? ewîtrişyan witî: mel’unî kafre, ełên diłî başe, baweř nakem be destî xałî bigeřênewe!

biraym paşa gwêy lem qisane bû û tê geyşit ke bew ełên, bêdeng be destupeywendekanî wit bigeřênewe. lepêş kwêrekana geyştinewe pêwe. be xizmetçîyekey wit: leber dergake řaweste ke kwêrekan hatin byanhêne jûrewe. ke kwêrekan hatin destî girtin û birdinye dîwexan bo lay biraym paşa, biraym paşa be xêrhatnêkî germuguřî kirdin û witî: emrêktan heye?

wityan: paşam! xwa řawestawit kat, kwêrîn hatûyn xercîyekman bideytê, do’ay xêrit bo ekeyn xwa muwefeqit bikat. paşa witî: le řêgada çîtan ewt bom bigêřnewe bêbeştan nakem, wityan: paşa çîman ewt? her do’ay xêrman bo ekirdî. paşan witî: min emane nazanim, qiseyektan kirduwe ebê bom bigêřnewe, be řastî bom bigêřnewe, hîç diro û delesey têda meken. ewanîş naçar bûn wityan: paşa bot egêřînewe, bełam ba dîwexaneket çoł bibê. witî: min emewê ta dîwexan çoł nebuwe bom bigêřnewe, ba em meclîseş gwêyan lê bê. ḧafzekan seyryan kird ’îlac nîye wityan: yekêkman witman:

em kafre kakeyîye to biłêy şitêkman bidatê? ewîkeşman witî: mel’unî kafre ełên diłî başe, baweř nakem be destî xałî bigeřêynewe! paşa witî: min her emem ewê, êsta êwe çîtan ewê? wityan paşa ke êş way lê hat yekê barê çełtukman biderê. paşa bangî kird yekî sê bar çełtuk û sê hoqe řonyan danê û witî: boşyan berne małewe, her yeke de mecîdîşî danê.