şêx eḧmedî neqşibendî boy gêřamewe witî lew...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  452 views

şêx eḧmedî neqşibendî boy gêřamewe witî:

lew wiłatî bałekayetîye le gundî «bêwate» mam teha hebû her xerîkî îş û karî ladê bû. wekû řez û bax û cût û ga. jinêkî hebû ewîş xerîkî tûtin û meř doşîn û nan û hewîr bû. hemû ’umryan bemcore řabwardibû. řojêk mam teha seyrî kird wa jinekey barêkî bar kirduwe û be heçe heçe kewtote şwênî. lêy pirsî: afret ewe bo kwê eçî? witî: weła pyaweke eçim bo ser ew qisne û em baweşey be dyarî bo ebem, bełkû du’am bo bika le lay xwa ke xwa bimka be pyaw. min em ’ezyetey beser şanmeweye bom hełnagîrê - mam teha tozê řama û witî: afret! waz bêne. le kelî şeytan were xwarewe. jin bî û pyaw bî min taze pêt fîr bûm her etgêm!