ḧemey bacyaşî hebû sê be sê tełaqî xwardibû

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  376 views

ḧemey bacyaşî hebû sê be sê tełaqî xwardibû ke cigere nekêşê! çend sałêkî pê çûbû bem core mabowe, her wexte bû řoḧî derçê bo cigere. leber tełaqekeş ney’etwanî cigere bikêşê.

řojêk lenakaw xeberyan bo hêna ke jineket mird! ewîş ke em xeberey bîst bebê îxtyar her hesta û destî kird be semakirdin û eyut: oxey, oxey cigerem benê. karî xułaye cigerem benê. ḧemey ayşê cigere bikêşe. bo swêndit xward. cigere bikêşe. ew guwey xwardit neyxoytewe le beheştîsa neykeytewe!