duktor emîn gêřayewe witî sabrî tepecne...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  482 views

duktor emîn gêřayewe witî:

sabrî tepecne hebû; pyawêkî pîrîy qisexoş bû, zorbey jyanî le polîsda beser birdibû. ke le polîsîy derçûbû, betewawî qisey xoş kirdibû, witê:

ewa le berzincem leber dergay mudîram; mudîrîş řeşîyefenî bû, jinêkî cwankele, (xwa heqe zor cwan bû) pelî mêrdekey řakêşa û hatin bolay mudîr, eywîst tełaqî xoy lê bisênê. wa dyar bû pêşûtir çûbûn bolay mela; kabra jiney tełaq ne’eda û dyare melaş boy tełaq nada, naçar hênabûy bolay mudîr. mudîr be pyawekey wit: kabra to em jiney xot tełaq edey? kabraş witî: qurban tełaqî nadem, xo be zor pêm tełaq naden! řûy kirde jineke û witî: afreteke! wa ełê tełaqî nadem. jine tuře bû û řûy kirde mêrdekey û witî: demgenawîy sîsełe, quzî xome û naydem we to! sabir witî: çûme layewe pêm wit: be qurbanî ew quze bim! witî: jineke, witî: xwa ’afût ka.