duktir ’îzeddîn gêřayewe witî ře’ûfî se’ey...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  414 views

duktir ’îzeddîn gêřayewe witî: ře’ûfî se’ey fetaḧ boy gêřamewe witî:

ewa le besrem, dinya germe be nîweřwan egeřêmewe bo mîwanxanekem; bełam leber ewe ke kes nebû qisey legeła bikem, lem řuwewe tozê bêtaqet bûm. řojêk seyrim kird wa kabrayekî hewramîy lew naweda xerîkî ḧemałî û şiteye, ewîş be nîweřwan pena dîwarêk hebû, eçû lewê eḧesayewe, bezeyîm pya hatewe bangim kirde lay xom pêm wit: biram! hemû řojê be nîweřwan were lay min nîweřojî xot bike, lem sêberî jûrî utêleda biḧesêwe, awî sard bixorewe ke dinya bû be ’esir û fênk dahat biço belay kasbî xotewe; kabra emey zor pê xoş bû. hemû řojê le qirçey germay nîweřoda ehat min çonim pê witbû, bew core řay’ebward.

řojêk zor germa bû; min destim kird be derdedłikirdin ke em germaye çîye?! ewîş witî: qurban! eme em germaye hî eweye ke wextî xoy xway te’ala wîstî ceḧenim lêre dirust bika - lem şare - hênay lepêşa «tun» ekey dirust kird, lepaşa ewlyakan û şêxî siracedîn lêy kobûnewe. ’erzyan kird: bînayî çawan! to lêre ceḧenim dirust ekey; lewaneye ’erebekan têkumekanî biden û be carê wêranî biken, bêne bîgwêzerewe bo şwênêkî tir, ewîş ke emey gwê lê bû le tirsa be xoy û kerestey ceḧenmekeyewe hełat, bełam tunkey leber şipirzeyî lê becêma! ca êsta em germaye hî eweye! lepaş çend řojêk kabra pêy witim: qurban! min bo çî hemû řojê bêm bo êre? bom ḧisab bike řojî çwar feysełî, ḧefte û ḧefte dêm parey hemû ḧeftekem biderê îtir boç hemû řojê bêm? eçim boxom kasbîyek ekem!

witî: be řastî bîr û baweřî kabram be lawe seyr bû; witim: bira bo çî to çî ekey bo min? wayzanî gwêzî hewramanim bo ejmêrê! min witim ba lewber hetawe nemênêtewe, ke wate xwat legeł.