merdoxîyekan kitêbêk heye le niḧuda camîy

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  408 views

merdoxîyekan, kitêbêk heye le «niḧu»da «camî»y pê ełên; leber ewe ke do’akirdinêkî mewlanay camîyan heye beranber bo em kitêbe nayxiwênin, taqî kirawetewe her kamyan bîxwênin ya emirin lepêş tewawkirdinya ya le xwêndin pekyan ekewê; îtir leber’eme tuxnîy xwêndinî nakewn bełam be derz eyłênewe. carêk feqêyekî ew xoşnawetye «wesan» nawê; lelay melayekî merdoxî em kitêbe be derz exwênê, be dû sał ew wexte tewawî eka, lepaş tewawkirdin; mela lêy epirsê: ha kake feqê! çon bûy le xwêndinî em kitêbeda? ewîş ełê: mamosta ewetey min destim dawe be xwêndinewe; ewendî em kitêbe lezetim nebirduwe û ewendey em kitêbe be puxtî tê negeyştûm. ewîş ełê: desa kake feqê, wextî xoy min em kitêbem nexwênduwe, çawit lêye çon bepuxtî pêm witît? feqê ke eme ebîstê; řengêkî zerd û moř û şîn hełdênê û ełê: çima to merdoxît hey qun firebab! to ke wextî xoy netxiwêndîye; lo be min derêy?! to eme dû sarane lo ḧumrî minit befîřo birdîye, hey xuda bitgirê înşa’ełła.