aẍayekî şerefbeyanî karekerêkyan le mała...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  467 views

aẍayekî şerefbeyanî, karekerêkyan le mała ebêt; řojêk em karekere nan bo aẍa dênêt, kełeşêrêkî sûrewekiraw beser birincekewe ebê bełam ne serekey le gełaye ne qaçekanî! aẍa sa ya leber řezîlî ebê ya leber zimanparawî, ełê kwa ser û qaçekanî?! ełê aẍa fiřêm dan, ełê: qaçekanî bo to, bełam serî çon fiřê edey?!

eger ser nebê laşe hîç nîye, ser ew sereye ke leşkir bewewe řa’ewestê, ser bo kełeşêr wekû şaye bo kełemêr! ew serey ke to be hîçî ezanî, cêgay bîrkirdinewey ’aşiqan û nawdaran û pałewanane, ser le sereweye, boye wa hemûdem leber eweye, xo serî kełeşêr her qisey lêwe nakirê! ew deng û awazey ke lew der’eçê, mał be aga dênê, diz eřetênê, nwêjî beyanî ehênê, dengî ’erş ecułênê! çawit lê nîye le çawî ke ew eken be wêne bo şerabî bêwêne?! ew çawe cwaney ke eytirûkênê wek estêreyek ke ecrîwênê. kesê gurçîley bête derd û jan, xwardinî mêşkî ew boy dênê derman! xirpey didan leber xirêniçkey serî, ełêy řêwase le to dû derî! de heste biço bîhêne, dest be sikta mehêne! dinya ke serî kełeşêr û çawî kełeşêr û mêşkî kełeşêrî têda nebê, wekû ew serayeye ke şerabî ḧeqîqî û bîrî ḧeqîqî û tiryaqî ḧeqîqî têda nebê! be bał biřo, wekû dał biřo, xemî bixo, xot lêy mexo. bom bêne zû, etdem be şû, tenke małit ebê, derdit nabê, kuřit ebê, kiçit nabê!

karekerekeş witî: bełê aẍa, dunyaye bedaxe bo ew kełeşêre ke fermûy, řaste ser, sere; bîrî ’aşiqan û nawî nawdaran û cergî pałewanan le diłaye nek le sera! dengî kełeşêr hebê û nebê, řoj her ebêtewe, dengî mindał bo mał gelêk betîntire bo řetanî diz û bo hejanî dengî melayekî ’erş, çawî wextê wêneye ke wirya bê, ke lêkî na! bełê! çawî cwane, bełam wextê cwane ke kêrdî sitemî negatê, ke kêrdî geyştê, lebatî cwanî, firmêskî tya qetîs ebê, řewaye bo gurçîleyek ew mêşke biřwa ke hezar awatî têdaye?!

aẍam! xirêniçkey, serî didan eřzênê! řêwasî derî bo kewî derî, ba ew bîhênê bo naw dû derî, şerabî ’eqîqî û bîrî tiryaqî ’êraqî lu dunyay ser û çaw mêşkî tengî kełeşêrda cêy nabêtewe. xozgey be dwênê ew kełeşêre, nacułê îmřo kewtuwe lêre!

aẍam! be bał eřom, wek dał eřom, emdey be şû, emkey ředû, kuřim ebê, kiçim nabê, keyfî toye, ba her wa bê. ew cwanemerge çawî nustuwe, laşekey lêre ewa kewtuwe, serî le şay xamoşan, kewtuwe lenaw bêhoşan, ne ser heye û ne qaçî řeş, ne řeng heye ne dengî xoş.

aẍa witî: etirsim fiřêt dabêtewe naw sik! karekerekeş witî:

ew sike ke wa ewey tya nebê,
yaxwa her nebê, yaxwa her nebê!