şêx miḧemedî gułanî le mizgewtî qamîşekan bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  436 views

şêx miḧemedî gułanî le mizgewtî qamîşekan bû le suleymanî; mizgewteke tozê destikarî ewîst, ew serdeme mizgewtekan ehlî geřek hemû erkekeyan exsite serşan, wîstyan pare ko bikenewe bo ew te’mîrate. pyawêkî pîrî dewłemend hebû le geřekekeda, «miçe dîze» yan pê ewt, şêx miḧemed û dostekanî řûyan na le mela simaylî kanêskan ke biçête lay miçe dîze daway şitêkî lê bika bo ewey ewîş beşdar bê le çakkirdinewey mizgewtekeda, (wa dyare ew miçeyeş bergidrû bû). mela simayl witî: naçim, bo lay her kesêkî tirim enêrin eçim bełam bo lay miçe naçim! wityan boç naçî? witî: kuře min eynasim, hîçî le destî nabêtewe. wityan wa nîye, bo em core şitane zor dił û derûnî başe.

witî: kuře ewe êwe ełên çî?! wełła eger miçe piř be jûrêk derzî hebê, ye’qûbî pêẍember û hemû pêẍemberekan bike be tikakar, mela’îkekan hemû bênê byanka be kefîl bo ewe derzîyekî bidatê be emanet bo dirûnewey kirasekey yûsfî kuřî ke zuleyxa le dwawe diřîbûy, naydatê! êsta çon pare eda be min ke mizgewtî qamîşanî pê çak bikirêtewe?! be xwa nařom eger hezar hawar biken!