le sałî 1927-1928da şêx meḧmûdî ḧefîd le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  578 views

le sałî 1927-1928da, şêx meḧmûdî ḧefîd le dêy «pîran» bû, kiçêk le dêy «dołesûr» bû, le nizîkî pênciwênewe; kiçe «mîna»y naw bû, mîna řast bûkeşûşe bû! her le dêy dołesûr cêgayek heye, «kanî germîy ber małan»y pê ełên. şêx eywîst lew temenî 46-47 sałyeda mînay mînařeng bihênê! mînaş lew serdemeda le temenî 18 sałana bû. mela kake ḧemey bêlû em xeberey bîst, em dû şî’rey xwarewey nard bo şêx meḧmûd, şêx îtir wazî le fikirekey hêna:

zerfî mîna, şahî min! mezrûfî ałmasî ewê,
her wekû makîne, derzîy tîj û řeqqasî ewê!
qet’î řêgey dołesûr û kanî germîy germałan,
ẍîretîy çabuk û swarî qewmî biłbasî ewê!