miḧemmed sidîq gêřayewe witî fiłanî legeł şîne
miḧemmed sidîq gêřayewe witî:
fiłanî, legeł şîne xanî jinya heta biłêyt řêkupêk û destilemlan bûn, fentazî taze dahatuwe û her řoje şitêk peyda ebû. kentor dahat û dinya gořa, sereřay kentorî, geřanî cûtqołî peyda bû, ewe peyda bû ke jinan le mała řojêkyan terxan ekird bo ewey deste xuşkan bên bo layan û ew řojeş naw binên «qibûł,» nek «qibûłî,» çunke qibûł, «qibułî» yişî têda bû. be paqławe û piskit û gałgałî û ew şitane ke baw û bapîrman her neyanezanî çîn! caran sałî dû kiras bû, yekê zistane û yekê hawîne, êsta xwa eybiřê, bû be sałî hîç nebê çwar deste cilî ’elmode bêcge lew cile tedarekyane ke şîne xan bo her qibûłêk le małekey xoyan bwaye we ya qibûł le małêkî tira bwaye, leberî ekird.
ke dinya em hemû gořaney besera hat, nûkenûk û bołebołî şîne xanîş řoj be řoj zyatrî ekird! milî fiłanî egirt: behê xan ew qatey leber daye, şilêrxan kirasekey le sîmkarî lendenîye, ḧepse xan kewakey girunye gułbetmatyekey westay ’elmodey tazedahatû dirûyetî, qatekey min modêlî nemawe, bezyad nebê kirêşey semfonyaş buwe be qumaş min leberî kem?! cilubergim nîye, řût bim leme baştire.
fiłanîş beşere, legeł cimucołî řoja eçê beřêwe, paş ’esrêk be şîne xanî wit: ba biçîn bo geřan, şîne xan witî: bezyad nebê, be çîmewe bêm bo geřan? bo çî cilim heye leberî kem?! fiłanî îtir wekû biłêyt pêy hełnegîra û tozê tuře bû û hesta çû belay kentore taze dahatuwekewe, yekê le dergakanî kirdewe, destî bo řakêşa û lay kirdewe belay şînexanewe witî: ewe hemû ciluberg û qatî nayab nîye hełwasrawin? dergay dûhemî kirdewe, kak tofîq lenawya bû! witî: merḧeba kak tofîq bexêr hatî, řûy kirdewe belay şîne xanewe û destî řakêşa bo lay kak tofîq witî: eweş kak tofîq nîye? îtir çon ełêy hîçim nîye?!
kak tofîq dost û mîwanî şîne xan bû, ’esir leber ewe ke fiłanî lenakaw hatbowe, şîne xan bem demudeste şwênî dest nekewtibû bo kak tofîq tyaya hełbigrê, tenha çawî sêyemî kentor nebê! xwa xiraptir neda!