emîn çîtir hebû le suleymanî wirg û gede û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  408 views

emîn çîtir hebû le suleymanî, wirg û gede û gîpałî nawbangî derkirdibû, eyanut be jemê berxêkî be biryanî exward. řojêk nîweřo birsî ebê, eçêt bo małewe, le małewe xurmawřonyan kirdibû, be endazey sereqlyanêkî bo ekene naw dewrîyek û boy da’enên, ewîş seyrêkî eka û çawêkî pya exşênê û zor tê řa’emênê! paşan ełê: a toxwa lewlawe cêgayekim bo řaxen û peřoyekîşim bo bênin, nasaẍim. ełên: to êsta hatîtewe hîçit nebû, eme çîye?! ełê: pêtan ełêm cêgakem bo řaxen û peřokeşim bo bênin, ełên: axir çîte?! ełê: kêrim řeqîtey kirduwe, emewê em xurmawřoney têgirim û be peřoke bîbestim, bełkû

xêra çak bêtewe, ewey êwe botan danawim meger her way lê bikem, egîne beşî hîçî tir naka!