le dêy biłesen kuřêk jinî hênabû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  492 views

le dêy «biłesen», kuřêk jinî hênabû, dirawsêkîyan hebû, jin û pyawêkî pîr bûn, şewê zawa û bûk her qirîwe pêkenînyan bû, jine pîreke le dirzî dîwarekeyanewe seyrî kird bizanê em pêkenîne çîye. temaşay kird wa kuřeke leser gazî pişt řakşawe de’bakey xoy kirduwe be sing û řast řastî kirdotewe, bûkeke çen daneyek le hełqey milîwankekey xoy derhênawe, yekeyeke be corêkî westayane řûbeřûy de’bay kuřeke fiřêy eda û eçê be kêrî kabrada, her kamêkî pîya neçê ewe serî kirduwe, lew ser kirdine pêkenîn eyangirê!

jiney pîrêjin, mêrdekey bang eka û ełê: were seyr bike, pyaweke eçêt. emca jine ełê ba êmeş gemey wa bikeyn, pyawe ełê başe, bełam ême be pêçewaney ewan bîkeyn, to pał kewe min şitit bo ehawêjim, ełê başe.

emca jine leser gazî pişt ekewê û pyawe çend gwêzêk heł’egrê, yeke yeke eyanhawêjê bo naw «bîlamanê»y jineke, her kamêkî kewte nawîyewe ewe hîç, ewey ne’ekewt û serî ekird, leme dest eken be pêkenîn, bem core emanîş gemey xoyan eken!